alt

 

 

 

Vê Sibehê tu bê dengî

Ehmed mustefa

Vê Sibehê tu bê dengî

 

Çima tu bê deng î   delala min

Çima  tu bê deng î  şêrîna min

Çima  tu bê reng î   sorgula min

 

Çima  tu bê deng î  rinda min

Ax çima çima jana cergê min

 

 

Vê Sibehê

 

Yara min a çav li xew

Nazik û rind û bedew

Rûken û lêv şekire ew

Bejina wê delale

         lê çendî letîf û naze ew

 

 

Vê Sibehê

 

Delala min

Dil ji min bir

Can ji min bir

Serxoş kirim

Bi bejina

        şepal û bilind

Dîn û har kirim

Bi dîtina wan sêvên

                   nerm û rind

Vê Sibehê

هذا البريد محمى من المتطفلين. تحتاج إلى تشغيل الجافا سكريبت لمشاهدته.  

المشاهدات: 244
التعليقات (0)add
أضف تعليق . الآراء الواردة في التعليقات تعبر عن آراء أصحابها
تصغير | تكبير

busy